Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Dibistan Vedibin Lê Tenê Nîva Mamostayan Vaksînkirî Ne


Mamostayên li Duhokê
Mamostayên li Duhokê

Li ber e di 14ê Îlonê de xwendingehên Herêma Kurdistanê dergehên xwe vekin.

Jiber hebûna COVID-19 wezareta perwerde ya Herêma Kurdistanê 2 bijare dane semyanên xwendkaran ku ew dikarin bi rengekî rasterast biçin xwandingehan yan bi rêka onlayn bixwînin.

Rêvebirîya perwerdeya Duhokê bi hevkarîya rêvebirîya saxlemîya Duhokê bangî tev mamosta û xwendkarên zanîngeh û peymangeha dikin ku jibo vaksîn wergirtinê seredana bingehên vaksînê bikin.

Li Duhokê 24 hezar mamosta hene û ta amadekirina vê raportê 12 hezar ji wan mamostayan vaksîn wergirtine.

Mamostayeke jin dibêje ku eger bi zor nebe û biryar ji jor ve nêye, ew hez nake vaksînê li xwe bide.

Welatîyê bi navê Rojhat Luqman dibêje ku giring e herkes vaksînê wergire çimkî vaksîn mirovî ji petaya koronayê dûr dixe.

Li dor çawanîya hêsankarîyan bo mamostayan ji alîyê rêvebirîya saxlemîyê ve Hemze M. Alî got ku rêjeyeke baş ji mamostayan vaksîn wergirtine.

“Jibo xwendkarên zanîngeh û peymangehan niha me dest bi hewleke hişyarîya saxlemîyê kiriye.”

Hêjayî gotinê ye ku di 24 saetên borî de li Duhokê 5 nexweş bi COVID-19 canê xwe ji dest dane û rêjeya mirîyan bi koronayê li Duhokê giheştiye 1387 kesan.

SB_09_06_2021_Vaksîn_Perwerde
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG