Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Di Êrîşa Xwekujî ya Minbicê de Heta Niha 14 Kes Hatine Kuştin


Manbij explosion
Manbij explosion

Di êrîşeke xwekujî ya hamber xwaringehê de de jimareke kes li bajarê Minbicê ya Sûrîyê jimareke kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Ajansa Reuters ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşê de 14 kes hatine kuştin ku 2 ji wan Amerîkî ne.

Berdevkîya Koalîsyonê li ser Twitterê ragihand ku ew li ser raportên derheqa peqîneke li Minbicê agahdar e. Koalîsyonê dîyar kir ku ew hîn pêzanînên ser bûyerê dicivîne û dema hurgilî peyda bûn, ewê bi bîragiştî re wan agahîyên nû parve bike.

Koalîsyonê herwiha ragihand ku hêzên wê îro jî nobedarîya asayî ya li herêmê pêk anîye.

Ajansa Amaq ya ser bi Dewleta Îslamî jî ragihand ku êrîşvanekî bi elega peqînkar xwe li nêzî leşkerên bîyanî peqand.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serokê Amerîka Donald Trump meha borî dîyar kiribû ku ewê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişînin.

Wezîrê Berevanî James Mattis û karbidestên payabilind ser wê biryarê nerazîbûnên tund nîşan dabûn û gotibûn ku heta ku DAIŞ li Sûrîyê bi temamî têk neçe, divê ew li wî welatî bimînin.

XS
SM
MD
LG