Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyeke Amerîkî Serdana Minbicê Kir


Wêneya arşîvê
Wêneya arşîvê

Karbidestên Kurdên Sûrî radigihînin ku şandeyeke Amerîkî îro serdana bajarê Minbicê ya stratejîk kir û bi rêvebirên sîvîl û leşkerî kom bû.

Fermandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Mihemed Ebû Adil ji AP re got ku şande ew misoger kirin ku li hindurê Minbicê wê ti hêzên Tirkî tunebin.

Ebû Adil dîyar kir ku hêzên nobedar yên Amerîkî û Tirkî wî tenê li xalên sînorî yên navbera bajêr û deverên bin kontrola Tirkan ya li rojavayê Minbicê bi cîh bin.

“Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê dê bi berdewamî rêvebirîya Minbicê bike û Washington li ser hûrgilîyên rêketina bi Tirkan re me tim agahdar dike.”

XS
SM
MD
LG