Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelê Afrîkaya Başûr Xatir ji Mandela Dixwaze


Termê Serokê berê yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela li Pretoria ye jibo xatirxwestina dawî ya gelê wî welatî.

Di merasîma dohî de pirtir jî 60.000 kes hazir bibûn ku rêz û hezkirina xwe jibo Mandela nîşan bidin.

Cîhê ku termê Mandela lê tê girtin ew cîh e ku Mandela di sala 1994'an de wek yekemîn serokê reş yê Afrîkaya Başûr hatibû hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye birêz Mandela 27 sal li zindanê mabû, jiber tekoşîna wî ya dijî rejîma kêmanî ya spîyan.

Di merasîma do Sêşemê de ku li bajarê Johannesburg hatibû kirin, Serok Barack Obama û 70 rêberên din yên cîhanê jî di amade bibûn.

Di nav rêberên cîhanê de, Serokwezîrê Brîtanî David Cameron, Serokê Fransî Francois Hollande, Serokê Afganî Hamid Karzayî û Serokê Zimbabwe Robert Mugabe di merasîmê de hazir bibûn.
XS
SM
MD
LG