Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haytham Manna Dibêje Ewê Beşdarê Danûstandinên Cenevrê Nebe


Rêberê navdar yê cudabîrê rejîma Sûrî, Haytham Manna îro Înê ragihand ku ewê beşdarê danûstandinên Cenevrê nebe, tevî ku bi fermî hatiye vexwendin.

Manna got, ew îhtîmaleke biçûk ya serketînê di danûstandinan de dibîne, loma jî naxwaze tê de cîh bigire.

"Tiştek neguherîye û ew danûstandin ne cidî ne, Manna yê ku ne beşek ji opozîsyona bi piştgirîya Erebîstana Saudî ye ji ajansa Reuters re got.

Manna hevserokê Meclîsa Demokratîk ya Sûrî ye û wî danûstandinên berê boykot kiribû, bi sedema ku Kurd nehatibûn vexwendin.

Wî zelal nekir ku sedema vê carê ya beşdarnebûnê çi ye, lê da zanîn ku bo danûstandinên berdewam û cidî, divê stratejîyeke xebatê hebe.

XS
SM
MD
LG