Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Lehîyên Giran de Pirtir ji 200 Kes li Başûrê Asya Mirin


Di vê wêneya arşîvê de hemwelatî li serbanîyan li benda rizgarkirnê ne
Di vê wêneya arşîvê de hemwelatî li serbanîyan li benda rizgarkirnê ne

Li Hîndistan, Nepal û Bangladeş, pirtir ji 200 kes jiber lehî û herifîna erdê hatine kuştin û bi mîlyonan kes jî cîhûwarên xwe hêlan.

Hate ragihandin ku piranîya mirinan li herêmên nizim yên li başûrê Nepalê qewimîn ku karbidest dibêjin pirtir ji 100 kes jîyana xwe hinda kirin û jimareke gund jî di bin avê de man.

Li seranser bakurê rojhilata Hîndistanê, herî kêm 70 kes û li Bangladeşa cîran jî jî bi kêmî ve 25 kes hatine kuştin.

Hêzên ewlehî û tîmên hawarçûnê ji herêmên bandordîtî re hatine şandin ku kesên asêmayî ji serbanên xanîyan rizgar bikin, pêdivîyên jîyanê bigehînin wan û stargehên tengahî ava bikin.

XS
SM
MD
LG