Ajansa Reuters radigihêne ku di êrîşên serhildayên Sûrî yên ser taxa Şêx Maqsud de herî kêm 9 sîvîl hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Taxa Şêx Maqsud bi piranî Kurd in, lê gelek Ereb û Mesîhîyên ku ji deverên din revîne, li wê taxê dijîn.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî da zanîn ku êrîşên bi topan chenennemê û hawanan dibin sedema kuştina gelek sîvîlan.
Berdevkê YPG Rêdur Xelîl jî ji ajansê re piştrast kiriye ku taxa Şêx Maqsud di bin êrîşên berdewam yên grubên ji opozîsyonê ne.