Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taxa Şêx Maqsud ya Kurdan Dibe Armanca Gazên Jahrîn


Dûyên stûr ji esmanên Şêx Maqsud bilind dibin
Dûyên stûr ji esmanên Şêx Maqsud bilind dibin

Roja Pêncşemê 7ê Nîsana 2016'an, dane nîvro jimareke hemwelatîyên tax Şêx Maqsud û çend endamên YPGê di encamê bombebarankirinê ji alîyê ketîbên girêdayî opozîsyonê Sûrî ve nexweş ketin.

Piştî ku ew kes ji nexweşxaneya Hevya Sor re hatin rakirin, doktorên navêndê dîtin ku ew bi gaza cahrê (jahr) hatine armanc kirin û ew bi zehmetî dikanin nefesê bikşînin.

Rûniştvanên taxa Şêx Maqsud dibêjin, ew di bin bombebarankirina giran de ne û sebî ku ji her çar alîyan dorpêşkirî ne, ew nikanin birevin loma jî rojane rastî bombebarankirinê tên û gelek ji wan têne kuştin.

Hêjayî balkişandinê ye, taxa Şêx Maqsud li Helebê ye ku piranîya şênîyên wê Kurd in, lê di demên dawî de geelek Ereb û Mesîhî jî xwe spartine taxê.

Heysa Sora Kurdî ragihand ku di êrîşên ser Şêx Maqsud de, di nav çend rojên dawî de dora 100 hemwelatî jîyana xwe hinda kirine, gelekên din jî birîndar bûne.

Taxa Şêx Maqsud Bin Êrîşa Gazên Jahrîn E
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG