Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Bakurê Helebê 5 Gund ji Serhildayan Distîne


Şervanên serhilda li Marea

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê radigîhîne ku hêzên DAIŞê li bakurê Sûrîyê 5 gundên bin kontrola serhildayan girtin deste xwe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dide zanîn ku sê ji wan gundan li nêzîkî bajarokê Marea ye ku Amerîka û Tirkîyê dixwazin ji DAIŞê paqij bikin û herêmeke ewle deynin.

SOHR herwiha dîyar dike ku du gundên din jî li ser sînorê Tirkîyê ne.

Du ji wan gundan di deste Nusra de bû ku di demen dawî de xwe ji “herêma ji DAIŞê paqijkirî” paşve kişandibû.

Marea yek ji cîhên herî girîng e li bakurê Helebê ku di deste serhildayan de ye û wek xaleke stratejik e ser rêya Tirkîyê.

DAIŞ ji çend mehan vir ve hewil dida ku Marea bêxe bin kontrola xwe û deverên bin kontrola xwe firehtir bike.

XS
SM
MD
LG