Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Butina ji bo Dadgehkirinê Daxwaza Pereyan Dike


Çalakvana mafê hilgirtina çekan a Rûsî ku li Amerîka cezayê zîndanê derbas dike ji ber karkirina bê rêdan, di vîdyoyekê de daxwaza pereyan dike ji bo dayîna xerckirinên yasayî.

Maria Butina meha Nîsanê bi 18 meh zîndan hate cezakirin, piştî lê mukur hat ku wê li ser daxwaza parlemanterekî berê yê Rûsî hin agahî li dor Komeleya Tivingê ya Niştimanî ya Amerîka kom kirine.

Di vîdyo ya li ser medya civakî hatî belavkirin de Butina dibêje parêzerê wê doseyeke pêdaçûnê vekiriye û ji bo vê yekê wê pêwîstî bi pereyan heye.

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova îro Yekşemê li ser tilfizyona dewletê axaivî û got:

“Em pereyan nadin parêzeran, lê em her tiştî ji bo wê dikin da ku mafê xwe wek welatiyeke Rûsî wergire.”

XS
SM
MD
LG