Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerîya Amerîkî Dijî Jinek; ku Dirav Şandine El Nusra Doz Vekir


mîlîtaneke el-Nusra
mîlîtaneke el-Nusra

Dozgerên federalî yên Amerîkî dijî jineke ji eyaleta New Jersey bi îdaya karûbarên veşartî yên bo şandina drav ji milîtanên Îslamî yên li Sûrîyê re doz vekir.

bi navê

Li gor dozgerîyê jina bi navê Maria Bell ya 53 salî, ji cîhadîyên Enîya Nusra komeke cîhadî ye ku bakurê rojavayê Sûrîyê kontrol dike û wek Heyet Tahrîr el Şam (HTS) jî tê zanîn.

Herwiha, Enîya Nusra berê girêdayî rexistina el-Qaîde bû.

Bell ji hêla dozgerîyê ve, bi sedame ku bi zanebûn tevlî karûbarên hewldanên dabîn kirina piştgirîya madî ya bo rêxistineke terorîst ya biyanî ya bi navê el- Nusra bûye û ew hewldanana veşartîye, tê twanbar kirin.

Dihat çaverê kirin ku Bell îro Çarşemê bi rêke vîdyo konferansê derkeve pêş Dadgeha li bajarê Newark.

Rahul Sharma, parêzvanek ku dihat pêşbînî dikir nûnertîya wê bike, red kir ku şîrove bike.
Ofîsa Dozgerîya Amerîka ya li Newark îdîa dike ku Bell di Sibata 2017'an de, dest bi pêkanîna tawanan kirîye.

Dozgerî îdîa dike ku Bell, bi armanca tekilîyê bi el-Nusra re, bo şewirmendîyê û hêsankirina veguhastina dravî App'ên têlefona desta bikar anîye.

Di belgeyeke hi hêla FBI ve hatîye îmzakirin de tê gotin ku Bell ji bo agahdarîya el-Nusra App'ên bişîfre kar anîye ku ev dibe ku piştgirî ya kiryarên terorê bike.

Di nava vê piştgirîyê de şêwirmendîya di derbarê karên ewlehîyê, tekilî û kirîna çekan jî hebû.

Herwiha, FBI dibêje ku Bell bi mîlîtaneke el-Nusra re di nava têkilîyê de bû bi wî kesî re bi hezeran caran bi App'ên bişîfre peywendî ava kirîye.

Hevdem, FBI îda dike ku dema ku Bell ji el- Nusra alîkarî pêşkêş kirîye bahsa pisporîya xwe ya kesane, perwerdehîya xwe ya ser çekan û bahsa dema erkdarîya xwe ya di Artêşa Amerîka de kirîye.

Herwiha, FBI dibêje ku Bell bi mîlîtaneke el-Nusra re di nava têkilîyê de bû bi wî kesî re bi hezeran caran bi App'ên bişîfre peywendî ava kirîye.

FBI îda dike Bell plan dikir ku heman mîlîtanî li Tirkîyê bibîne û herî kêm 18 caran bi tevahî 3.150 $ ji hevalên wî re şandîye.

Heke Maria Bell di encama dadgehkirinê were ceza kirin, ewê rûbirû yê cezaya zindankirinê ya heya 10 salan û cezaya bi 250.000 $ bimîne.







XS
SM
MD
LG