Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Taybet yên Amerîkî bo Rizgarkirina Reqa Giheştin Bakurê Sûrîyê


Hêzên Marine yên Amerîkî

Hêzên Marine yên Amerîkî li bakurê Sûrîyê hatin cîh kirin da ku di rizgarkirina bajarê Reqa ji destê DAIŞê de alîkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bikin.

Rojnameya Washington Post, ku cara pêşî ew nûçe ragihand, dibêje ku giheştina yekîneya hêzên topavêj bo Sûrîyê nîşana xurtkirina karanîna hêzên leşkerî yên Amerîkî ye.

Tevî ku daxuyanîyeke fermî tunebe jî, karbidestên leşkerî cîhkirina hêzên nû ji ajansên nûçevanî re piştrast dikin.

Jêderên xwecîhî dibêjin ku yekîneyeke topavêj ya artêşa Amerîkî berê li heman herêmê bû û hêzên Marine jî giheştine bajarê Minbicê ya 138 km bakurê rojavayê Reqa ye.

Tê texmîn kirin ku dora 4000 şervanên DAIŞ’ê li Reqa hene û şervanên HSD’ê jî gelek nêzîkî wî bajarî bûne.

Hêjayî balkişandinê ye ku Amerîka heta niha hebûna xwe li Sûrîyê bi 500 hêzên Operasyonên Taybet sînordar kiribû ku piştgirî bidin HSD’ê ku ji şervanên Kurd û Ereb pêk tên.

XS
SM
MD
LG