Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Li Bajarê Mariupol Zêdeyî 5 hezar Sivîl Hatine Kuştin


Dîmeneke bajarê Mariupol yê dorpêçkirî ya Ukrayna, 5 Nîsan, 2022

Bajarvanê bajarê Mariupol yê dorpêçkirî Vadym Boichenko îro Çarşemê ragihand ku di dema dorpêça hêzên Rûsî ya mehekê de, zêdeyî 5 hezar sivîl hatine kuştin ku 210 ji wan zarok in.

Vadym Boichenko dîyar kir ku hêzên Rûsî tevî gelek cîhên din xweşxane jî bombebaran kirine, di nav de nexweşxaneyek ku 50 kes tê de şewitîn û mirin.

Boichenko da zanîn ku pirtirî ji sedî 90 ya binesazîya bajêr jiber topbarana Rûsan wêran bûye.

Artêşa Rûsî bendera stratejîk ya Derya Azov dorpêç kiriye; xwarin, av û enerjîyê qut kiriye û bi top û êrîşên esmanî vê heremê bi berdewamî bomberan kiriye.

Dagirkirina bajêr wê rê bide Rûsya ku korîdoreke bejayî ber bi Nîvgirava Kirimê ava bike, ya ku Rûsya di sala 2014'an de ji Ukrayna veqitandibû.

XS
SM
MD
LG