Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûndanerên Amerîkî Dê Berpirsên Torên Medya Civakî Bang Bikin


Berpirsên di asta bilind de yên torên Medya Civakî, Facebook, Twitter û Google ê meha bihê li avahiyê Kongresê li Capitol Hill dê ji aliyê qanûndanerên Amerîkî ve êne bang kirin û lêpirsîn li wan bihê kirin kanê çawan biyanî bi medya civakî dilîzin û xwe digehînin pêzanînan.

Serokê komîta Îstxbaratê di kongresa Amerîkî de, senatorê Komarî Richard Burr û senatorê Demokratan Mark Warner li hember civata nûneran ragihand ku çawan Rûsya û welatên din yên xwedî bandor bi torên medya civakî dilîzin.

Mark Warner got, armanc ji rûniştina ku hatî plan kirin li roja 5î meha Îlona li pêşiya me dê"guhdariya planên ku wan hene bihê kirin û givaşên zêde bo kar kirina bi hevere da ku li hember astenga cidî ya heyî rawestîn".

Warner dîsan got"ew dikarin baştir bixebitin ji bo ku Demokratiya me biparêzin".

Serokê komîta Îstaxbartê ya encûmena nûneran Richard Burr çalakiyên ragehandina biyanî yên weke Rûsya encam dane, bi şêweke negatîv wesif kirin û got"Ew êrîşeke ku qet nayê qebûl kirin, ya ku li hember bingehên demokratiya me li ser hatîye ava kirin".

Hemû saziyên Amerîkî yên Îstîxbaratî û çavdêriya medya civakî, lêkolînan dikin kanê heta çi ast Rûsya şiyaye xwe bigehîne pêzanînan û dest xistîye nava hilbijartinên serokatiya Amerîka li 2016an û demokratiya Amerîka lekedar bike.

Rêvebirîya Facebookê, Twitter û Instgramê heta niha bi sedan hesabên gomanbar girtine û çavdêriyek tûnd xistiye ser hesabên medya civakî.

XS
SM
MD
LG