Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Derbarê Êrîşên Tirkîyê yên Ser Dêrîkê û Şengalê Nerazîbûna Xwe Radigihîne


Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkî Mark Toner îro Sêşemê derheqa êrîşên Tirkîyê yên ser herêma Dêrîkê li Rojava û Şengalê li Mûsilê daxuyanîyek da.

“Em gelek bi fikar in, pir bi kûrî bi fikar in ku Tirkîyê, bê ku bi rêkûpekî Amerîka û bi giştî kaolîsyona dijî DAIŞê agahdar bike, demeke zûtir îro li bakurê Sûrîyê û bakurê Îraqê êrîşên esmanê pêk anîn.”

Toner dîyar kir ku wan ew xem û fikarên xwe rastxwe ji hikûmeta Tirkîyê re ragihandin.

XS
SM
MD
LG