Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Komarî Mike Lee bi Korona Ket


Senatorê Komarî Mike Lee îro Înê ragihand ku testa wî ya COVID-19 erênî derketiye û ewê jibo 10 rojan xwe tenê bihêle.

“Min berî çend rojan, berî ku seredana Qesira Sipî bikim testek kiribû û ew negatîf derketibû, lê testa do Pêncşemê erênî derket,” Lee, ku endamê Komîteya Dadwerî ya Civata Senatoran e, ji ser Twitterê got.

Lee herwiha got ku ewê vegere ser karê xwe ku di peyvajoya berbijarkirina Amy Coney Barrett ya jibo Dadgeha Qanûna Bungehîn de cîh bigire.

XS
SM
MD
LG