Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netwên Yekbûyî Diyaloga Aştiyê li Yemenê Plan Dike


 (Arşîv: Nûnerê NY Martin Griffiths di civîneke da ya li ser şerên Yemenê.
(Arşîv: Nûnerê NY Martin Griffiths di civîneke da ya li ser şerên Yemenê.

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Yemenê Martin Griffiths îro Yekşemê peymana berdêlkirina girtîyan ya herî mezin ya şerê 5 salan dîyar kir û got, armanca wan rê li ber ava kirina agirbesteke neteweyî û çareserîyeke siyasî ya bo bidawîkirina şerên li wî welatî ye.

Di şerên navxweyî da li Yemenê, heya niha bi deh hezaran kes hatine kuştin û Neteweyên Yekbûyî dibêje, ku ev şer mezintirîn kirîza mirovahî ya cîhanê ku bi mîlyonan kes li ber birçîbûnê ne.

Nûner Griffiths hewil dide ku jinûve dest bi danûstandinên siyasî bike da ku şer bidawî bibe.

Martin Griffiths, ragihand ku armanca wan ya giştî di vê demê da, jibo bidawîanîna şerê li Yemenê avakirina peymanekê ye, ku em wê wek daxuyanî yek hevbeş ya agirbesteke neteweyî binav dikin e û ewê bi tedbîrên vekirina derbendên avî, balafirgeh û rêyan were piştvanî kirin.

"Ez bawer dikim ku serkeftina li vir bê guman dê ser vê yekê bandoreke vejînê çêke, û ewê alîyan teşwîq bike ku jibo çareserîya cûdahiyên dawî gavek din ya giring bavêjin. Jiber vê yekê, di encama daxuyanîya îro ya li vir da, em dixwazxin ku di rojên pêş de em serdana alîyan bikin da ku taybetmendiyên wê peymanê bidawê bînin. Ev girîng e jiber ku ew dê şer bidawî bike," Griffiths got.

Hikûmeta Yemenê ya bi piştgirîya koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya Erebistana Saûdî, û tevgera Husîyan ku ji ev pênc sal in şer dikin, di dawîya 2018'an de bo lihev guhertina nêzê 15.000 girtîyan peymaneke îmze kiribûn lê pîvanên peymanê pir hêdî û tenê dabeşkirî hatine bicîhkirin.

Avakirina Baweriyê

Serokên Komîteyan yên her du aliyan di dawîya civîna herî dawî de hev û din hembêz kirin, û nûner Griffiths ji wan re got ku "Baş e, baş e."

Abdulkader El-Murtada, ji komîteya lihev guhertina girtîyan ya Husîyan ragihand ku ewê tevî 15 Saûdî û 4 girtîyên Sudanî, bi tevahî 400 kesan azad bikin.

Hevdem, hikûmeta Yemenî ya bi piştgirîya koalîsyonê jî ewê 681 şervanên Husîyan berde.

Ev ji destpêka danûstandinên aştîyê ya li Stockholm ya di Kanûna 2018'an û vir ve lihev guhertina herî mezin e.

Berpirsê Rojhilata Navîn yê ICRC, Fabrizio Carboni bang li her du alîyên şer kir da ku bo peyvajoya serbestberdanan ewlehî û lojistîka guncaw peyda bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Yemen piştî ku Husîyan di 2014'an de hikûmeta paytext Sanaa ya bi piştgirîya civata navnetewî ji desthilatê daxistibû, ketibû nav şerekî navxweyî. Pişt re, hevpeymanîya di piştvanîya welatên Rojavayî di Adara 2015'an de midaxaleyê wî şerî kirin.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saûdî roja Yekşemê dîyar kir ku wan dronek(firokek bê firokevan) li ser Yemenê ku Husîyan ber bi başûrê Erebistana Sadî ve şandibûn, girtine.

XS
SM
MD
LG