Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Kes li Marylandê di Êrîşeke Çekdarî de Hatin Kuştin


Li eyaleta Marylandê ya Amerîka, di êrîşeke çekdarî ya dijî avahîya rojnameyekê de bi kêmî ve pênc kes hatin kuştin û jimareke kesan jî birîndar bûn.

Êrîş, bi demjimêra herêmî piştî nîvro, li Annapolis ya paytaxta Marylandê dijî avahîya rojnameya Capital Gazette pêk hat.

Karbidestên ewlekarîyê didin zanîn ku êrîşvên ji derveyî derîyê camî, gule bi ser hindur de reşandine.

Êrîşvan hat desteser kirin. Walîyê Marylandê Larry Hogan ji Twitterê dîyar kir ku wî bi karbidestên din re peywendî çêkiriye.

Ser êrîşê bo Serok Donald Trump jî brîfîngek hat dayîn.

XS
SM
MD
LG