Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Rêberê Jeyşê Mihemed Mesûd Azhar Dixe Lîsta Terorê


Mewlana Mesûd Azhar

Komîteyeke Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê biryar da ku Mewlana Mesûd Azhar, rêberê koma tundrê ya îslamî Jeyşê Mihemed têxe nav lîsta terorîstan.

Biryar piştî ku Çînê dawî li nerazîbûna xwe anî, pêk hat û asêbûna dîplomatîk jî hat çareser kirin.

Welatên rojavayî ji mêjve hewil didan Azhar têxin nav lîsta terorê jiber ku rêxistina wî gelek êrîşên kujer li Hîndistanê pêk anîbûn, lê hevalbenda Pakistanê, Çîn tim rê li ber wê yekê digirt.

Jeyşê Mihemed berpirsîya êrîşa meha Şubatê ya li Keşmîra bin kontrola Hîndistanê rakiribû ser xwe ku bi kêmî ve 40 kes tê de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG