Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Messud Akko: Divê Pirsgirêka Kurdî li Sûrîyê Bibe Pirsgirêkek Niştîmanî


Civîna opozîsyona Sûrîyê, ya ku dihate hêvîkirin roja Sêşemê li Tirkîyê pêk were, hate taloqkirin.

Birîyar bû di wê kombûnê de hikûmeteke întîqalî ya Sûrîyê bihête avakirin.

Rojnamevan û şirovekerê sîyasî Messud Akko dibêje ku nakokîyên navbera hêzên opozisyona Sûrîyê yek e ji sedemên serekî yên paşxistina civîna Stenbolê.

Derbarê beşdarnebûna hêzên sîyasî yên Kurd di Hevalbendîya Niştîmanîya Sûrîyê û civînên serekî yên taybet bi Sûrîyê de, birêz Akko dibêje ku du problemên pir mezin hene, “yek qelsîya hêza Kurdî ku nêzîkî opozisyona Sûrî nabe û ji layê Kurdistana Îraq û Kurdistana Tirkîyê ve hatîye kontrolkirin. Herwiha opozisyona Sûrîyê jî ti destpêşxerî nekirîye ku bikaribe hêzên Kurdî têxe hundirê xwe û bi rengekî niştîmanî berê xwe bide pirsgirêka Kurdî.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Akko got divê pirsgirêka Kurdî li Sûrîyê bibe pirsgirêkek niştîmanî di çarçova opozisyona Sûrîyê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG