Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Mathew 9 Kesan li Haiti û Dominican Dikuje


Bi gihîştina Haiti û Kûba, bahoza bi navê Mathew gelek kuştî û wêrankariyên mezin li dû xwe hîştin û îro çarşemê sibehê berê xwe da Bahamas.

Navenda niştimanî ya Bahozan li Miami, Mathew wek metirsîdar da nasîn û pêşbîniya wê yekê kir ku ew bimîne bahozeka bihêz, bi kêmanî heta roja pêncşemê.

Bahoz hinekî lawaz bû piştî gihîştina beja Haiti û daket asta sêyem, li gel leza 125 mîl di demjimêrekê de, lê pêşbînî tê kirin ku, careke din bihêtir bimîme dema digihîje qeraxa başûrê rojhilata wîlayeta Florîda.

Ev xerabtirîn bahoze li navçeyê di nêzîkî deh salan de pêkhatî, bi kêmanî li Haiti û komara Domonican heta niha 9 kuştin e.

Mathew di asta çaremîn ya bahozan de ye, ji dema roja sêşemê li Haitî da, leza bahozê 230 km di seatekê de û baraneke giran bixwere tîne.

Nebûna pêwendiyan di navbera paytexta Haiti û sê parêzgehan de, bûye sedema ku deshilatdar nikarin agahiyên berfereh li dor jimara qurbaniyan bizanin.

XS
SM
MD
LG