Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îtalya Rê li Ber Hilbijartinên Nû Vekir


Mattarella û Cottarelli

Serokê Îtalya Sergio Mattarella rê li ber hilbijartinên nû vekir, piştî ku wî rêvebirekî berê ya Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) Carlo Cottarelli wek serokwezîrê demkî destnîşan kir ku plankarîya hilbijartinan bike.

Biryara erkdarkirina Cottarelli bo avakirina hikûmeteke kindemî welêt careke din dibe hilbijartinên ku çaverê ye ku li ser rola Îtalya ya di nav Yekîtîya Ewrupa de pêk were.

Partîya Pênc Stêrk û hevalendên wê ji meha Adarê vi ve hewil didan ku hikûmeteke koalîsyonê damêzrînin, lê wan dest ji wê yekê berdabû piştî ku Mattarella rê li ber wan girtibû.

Mattarella berbijarê Partîya Pênc Stêrk ya bo wezareta aborî, bi sedema dijberîya Yekîtîya Ewrupa veto kiribû û bûbû armanca rexneyên tund ya wê partîyê û partîya rastger ya tundrê.

XS
SM
MD
LG