Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattarella Bang li Parlamanterên Îtalya Dike ku Ser Hikûmeteke Ne Sîyasî li Hev Bikin


Serokê Civata Nûneran ya Îtalya Roberto Fico dîyar kir ku danûstandinên wî yên bo avakirina hikûmeteke nû ya koalîsyonê bi ser neketine.

Fico da zanîn ku di navbera partîyan de ferqeke mezin heye û got ku daxwaza wan ya bo avakirina koalîsyonê tune.

Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella bang li parlamanê kir ku ser hikûmeteke ne sîyasî li hev bikin.

Mattarella dîyar kir ku Îtalya niha nikare barê kempeyna hilbijartinê rak û bi bîr xist ku hemwelatî jiber kêşeyên vîrusa korona çêkirine çareserîyên demûdest dixwazin.

Serokwezîrê berê yê Îtalya Matteo Renzi, ku rêberê Partîya Italia Viva ye jî, dîyar kiribû ku hikûmeta nû jiber lihevnekirina ser budçeya bo saxlemî, binesazî û perwerdeyê, çênebûye.

Renzi meha borî ji hikûmetê vekişîbû û koalîsyona bi serokwezîrîya Guiseppe Conte belav bûbû û Conte di 26’ê Rêbendanê de karvekişîna xwe ragihandibû.

XS
SM
MD
LG