Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêza Baroveya Matthew Kêmtir Bû, Lê Hîn jî Bandorên Xirab li Florida Dike


Bayên hêzdar û baranên boş yên Baroveya Matthew (Hurricane Matthew) bandoreke neyênî li jîyana hemwelatîyên eyaleta Florida dike, di heman demê de ku hejmara qurbanîyên baroveya wêranker li Haiti pirtir dibe.

Rêvebirîya Hawazanî ya Amerîkî (National Weather Service) ragihand ku hêza Matthew kêm bûye û êdî ketiye asta bahoza Kategorî 3 û ew vê gavê ber bi bakur û bakurê rojavayê ve, bi bayên bi hêza 195 km di demjimêrekê de diçe.

David Walker, rêverbirê tengavî ya Brevard County li Florida, ji VOA re got ku ferman hate dayîn ku 90,000 kesên ku li giravên biçûk dijîn, malên xwe biterkînin, lê hin kes ew ferman piştguh kiriye.

Walker da zanîn ku jiber tecrubeya sala 2004’an gel li ser parastina bandorên barovê pirtir serxwext e û amadekarîya baş kiriye.

XS
SM
MD
LG