Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis Gehişt Ukrayna, li Kiev Dê Civînan Encam Bide


James Mattis wezîrê berevaniya Amerîka
James Mattis wezîrê berevaniya Amerîka

Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis piştî seredana hin welatên Rojhilata Navîn, ji Tirkiyê derbasî Ukrayna bû, ewê Pêncşembê civînan ligel serokê Ukrnay û wezîrê berevaniya wî welatî encam bide.

Mattis dê ligel Petro Poroshenko serokê Ukrayna û Stepan Poltorak wezîrê berevaniya Ukranya bicive, berpirsên Ukraynî bi hêvîne ku, Washington qail bikin daku çekên giran bidin wan bi taybet çekên lidij mertalan û yên dij hêzên esmanî.

Eger ku berpirsên leşkerê Amerîka derbarê biçekirina leşkerê hikûmeta Kiev razî bibin jî, pêwîstî bi biryara û erêkirina serok Trump heye, tirsa hin aliyan heye ku, ev pêngava biçek kirinê ji aliyê Amerîka ve, bibe sedema gûrbûna şer li Ukranya piştî ku vê dawiyê tenhaî heye di navbera artêşa Ukraynî û hêzên opozisyon yên ji aliyê Rûsya ve tên piştevanî kirin, çendîn caran agirbest di navbera herdu aliyan de pêkhatiye, lê dîsan şer gûr bûye.

Wezîrê berevaniya Ukranî Stepan Poltorak roja Çarşembê dabû xûyakirin ku " ji destpêka derketina alozyan û dojminkarîya Rûsya bo ser Ukrayna me daxwaz ji hemû welatan kir daku piştevaniya me bi çekên giran bikin, lê ti welatan bersiv neda bi tenê Litvanya piştevanî da me".

Poltorak herwiha got,"em herdem bi hêvîne ku çekê jinavber bidest bixîn, lê ew biryar ne di dest me de ye, ew di dest hevalbendên me de ye, em bi hêvîne ku, piştevaniyek weha bidest bixîn".

XS
SM
MD
LG