Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanî Mattis Pêgirîya Amerîka ya bo Japonya Dubare Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mattis û Serokwezîrê Japonya Abe

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Înê li Tokyo ya ya paytaxta Japonya bi serokwezîrê wî welatî Shinzo Abe re kom bû. Mattis ji Abe re pêgirîya welatê xwe ya ser peymana berevanî ya ligel Japonya dubare kir.

Mattis ku wek berpirsê Pentagonê di serdana xwe ya yekê de li Japonya ye, dîyar kir ku Jaaponya hevalbendeke nêzîk ya Amerîka ye.

Mattis wek du roj berê li Koreya Başûr gotibû, îr jî dubare kir da jiber provokasyonên Koreya Bakur ew mecbûr in piştgirî bidin hevalbendên xwe.

"Dixwazim zelal bikim ku divê Xala 5 ya peymana nav me, çawa pênc sala berê dihat dîtiun, îro jî, 10 sal paşê jî bi heman awayê were dîtin," Mattis got.

Hêjayî balkişandinê ye ku Xala 5 dike erka Amerîka ku di rewşa gef û xeterîyan de herêmên bin kontrola Japonya biparêze.

XS
SM
MD
LG