Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jim Mattis: Emê Bersîveke Mezin Bidin Gefên Dijî Amerîka


Wezîrê Berevanî yê Amerîka James Mattis, piştî ceribandina navokî ya dawî ya Koreya Bakur dîyar kir ku ewê ‘’bersîveke leşkerî ya mezin’’ bidin êrîşên ku dijî Amerîka û hevalbendên wê gefan dixwin.

Mattis da zanîn ku ewê bersîva leşkerî ‘’bi bandor û tund’’ be.

Wezîrê Berevanî dîyar kir ku ew naxwazin Koreya Bakur bi temamî ji holê rabe, lê wekî din jî gelek alternatîfên wan hene.

Serok Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ewê peywendîya bi welatên ku bi Koreya Bakur re bazirganîyê dikin re bibirin.

Ser pirsa ''Amerîka dê mudaxeleyî Koreya Bakur bike yan ne?'' Serok Trump gotibû ku ‘’Emê binêrin’’

XS
SM
MD
LG