Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Amerîka li Sûrîyê Hejmara Dîplomatên Xwe Du Qat Zêde Kirin


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku Amerîka hejmara dîplomatên xwe yên li Sûrîyê du qat zêde kiriye.

‘’Li herêmê her ku operasyonên leşkerî kêm bibin, em dê bibînin ku hewildanên dîplomatîk dê zêdetir bibin’’ Mattis got.

Balyozxaneya Amerîka li Sûrîyê tune û Mattis ser hejmara dîplomatan ti agahî neda.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Îraq û Sûrîyê bi hevkarîya hêzên herêmî Dewleta Îslamî heta asteke bilind têk bir, lê metirsîya jinûve mezinbûna rêxistinê didome.

Mattis da zanîn ku hîn jî ceng didome û dîyar kir ku piştî bi temamî têkbirina DAIŞ’ê ewê leşkerîn Amerîkî karên xwe yên li Sûrîyê bidomînin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka da zanîn ku ew dixwazin rê li ber vegerîna DAIŞ’ê bigirin.

XS
SM
MD
LG