Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Em Nikarin Îsbat Bikin ku Bexdadî Miriye


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Înê ragihand ku ew nikarin îsbat bikin ku rêberê rêxistina Dewleta Îslamî Ebû Bekir hatiye kuştin.

"Ku me bizanîya, me ji we re bigota. Aniha ez nikarim mirina Bexdadî piştrast bikim yan red bikim. Nêzîkbûna me ev e ku, heta ku were îsbat kirin, em wekî ku ew sax e karê xwe dikin.”

Mattis li ser agirbesta li başûrê rojavayê Sûrîyê jî got ku agirbest heta niha bi serketi didome.

Demeke zûtur ya vê heftê, Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) gotibû ku di destê wê de agahî hene ku kuştina Bexdadî îsbat dike, lê karbidestên Rojavayî û Îraqî li ser wê daxuyanîyê bi guman in.

XS
SM
MD
LG