Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Amerîka Dê Bo Demeke Din li Îraqê Bimîne


Jim Mattis û Wezîrê Berevanî yê Îraqê Erfan al-Hiyali

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dibêje ku hêzên welatê wî dê li Îraqê bimînin û bi demeke din dijî DAIŞ’ê şer bikin.

Mattis piştî hevdîtinên xwe ligel fermandarên Amerîkî û sîyasetvanên Îraqî, li Bexda ya paytaxta Îraqê peyîvî.

Wî got ku ew jî hemî pêşnîyarên qumandarên Amerîkî yên derbarê rizgarkirina Mûsilê û Reqayê vekirî ye û amade ye ku piştgirî bide şerê dijî DAIŞ’ê, lê hurgilî neda.

Tevî gotinên Serok Donald Trump ku di mehên borî de qala standina petrol Îraqê kiribû, Mattis got ku wî di hevdîtinên xwe de bal kişand ser girîngîya hevkarîya ligel Îraqê.

“Guman tune ku gelê Îraqê, artêşa Îraqê û sîyasetvanên Îraqî baş dizanin ku dijminê wan kî ye û nirxa hevkarîya bi koalîsyonê û taybetî jî ya Amerîka çiqas bilind e.”

XS
SM
MD
LG