Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku bi Tirkîyê rê danûstandinên ser Minbicê didomin.
Mattis di civîneke li Pentagonê de ji rojnamevanan re da zanîn ku hêzên Tirk dijî Minbicê hîn dest bi ti operasyonan nekiriye û got ku bo çareserîyê, bi karbidestên Tirk re danûstandinan dikin.
Matis ser operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê jî got ku jiber wê operasyona bala Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya dijî Dewleta Îslam (DAIŞ) şer dike, belav bûye.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD'ê dike û Tirkîye dixwaze ew bi temamî ji Minbicê derkeve.