Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Ligel Rûsya Hevkarîya Leşkerî Ne Pêkan E


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Pêncşemê rê li ber îhtîmala hevkarîyeke leşkerî ya navbera Amerîka û Rûsya girt û got ku bi mercên heyî tiştekî ne pêkan e.

"Em ne di rewşeke wiha de ne ku di warê leşkerî de hevkarî bikin. Lê, rêberên me yên sîyasî wê danûstandinan bikin û hewil bidin ku bingeheke hevbeş ava bikin," Mattis bi preskonferansekê de, li navenda NATO ya li Brukselê got.

Mattis da zanîn ku şerta hevkarîya leşkerî bi Rûsya ew e ku Moskow bi pêgirî nîşan bide ku ew dikare bi qanûnên navnetewî pêbend be.

Şîroveyên Mattis piştî daxuyanîyên Wezîrê Berevanî yê Rûsya, Sergei Shoigu tên ku gotibû “Rûsya hazir e ku hevkarîya bi Pentagonê careke din zindî bike."

Serokê Amerîka Donald Trump di dema kempeyna hilbijartinê de Serokê Rûsî Vladimir Putin pesandibû û piştî bi fermî dest kar kir jî, berdewamî gotinên heman rengî dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Amerîka hevkarîya leşkerî ya bi Rûsya sekinandibû, piştî ku Rûsya di sala 2014’an de herêma Qirim ji Ukrayna veqetandbû û xistibû nav sînorên xwe.

XS
SM
MD
LG