Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis Serdana Urdun, Tirkîye û Ukrayna Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis, hefteya pêş dê serdana Tirkîye, Urdun û Ukrayna bike.

Wezareta Berevanî da zanîn ku ewê Mattis ji Urdunê dest bi serdanan bike. Wezaretê dîyar kir ku Mattis dê bi Qralê Urdunê Abdullah re kom bibie.

Mattis, piştî serdana Urdunê dê here Tirkîyê û li wir, serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan jî di nav de, dê bi karbidestên payabilind re bicive.

Wezîrê Berevanî, dê li Kîevê jî bi hevtayê xwe yê Ukraynî Stepan Poltorak û Serokwezîrê Ukrayna Petro Poroshenk re hevdîtanan li dar xîne.

Li ber e ku Mattis, di serdanên xwe yên li her sê welat, girîngîya ku Washington dide hevalbendên xwe nîşan bide.

Jim Mattis, wek wezîrê berevanî, dê cara yeke serdana Urdun û Ukrayna bike.

XS
SM
MD
LG