Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May: Ger Peymana Brexitê Were Red Kirin Wê Hilbijartinên Pêşwext li Dar Kevin


Serokwezîra Brîtanya Theresa May dîyar kir ku ger parlamento peymana ser Brexitê red bike, dibe ku hikûmet têk here û hilbijartinên pêşwext li dar kevin.

May ji rojnameya Daily Mail re da zanîn ku bi redkirina peymana Brexitê re wê li welêt ‘’bêistîqrarîyeke kûr’’ çêbe.

‘’Serokê rikeberîyê bê ku bifikir bedêla wê çi ye ne çi ye tenê dixwaze ku hilbijartinên pêşwext li dar kevin. Divê em rê nedin Jeremy Corbyn ku desthilatdarîyê bistîne, ew rîsk e.’’ May got.

Dengdana bo peymana ser Brexitê dê sibê Sêşemê çêbe. Hin ji wan parlamenterên îqtidarê, jimareke endamên parlamentoyê dijî peymana ser Brexitê ne.

XS
SM
MD
LG