Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May Dengdana Ser Brexitê Taloq Kir


Serokwezîra Brîtanya Theresa May dîyar kir ku dengdana bo Brexitê hatiye taloq kirin.

May da zanîn ku ger dengdan çêbûya wê peymana Brexitê bi ferqeke mezin bihata red kirin.

Wê got ku parlamenterên Brîtanya herî zêde bo mijara Îrlanda Bakur dijî Brexitê ne.

Çaverê bû ku dengdan roja Sêşemê pêk bihata.

Xanim May dîyar kir ku ew dê berî Hilcivîna Yekîtîya Ewrupa (YE), ku dê roja Pêncşemê destpê bike û du rojan bidome, bi rêberên Ewrupî re ser Brexitê danûstandinan bike.

Serokwezîra Brîtanya da zanîn ku hikûmeta wan ser veqetîna bêpeyman ya ji YE’ê jî hazirîyan dikin.

Li gor peymana Bruksel û Londonê, Îrlanda Bakur dê hîn demeke din jî wek ku di YE’ê de ye tevbigeriya.

May dixwaze ku li ser Îrlanda Bakur desthilata wan were zêde kirin, lê YE dîyar dike ku ew nikarin peymanê biguherînin.

XS
SM
MD
LG