Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May: Dengdana Brexîtê di 15'ê Vê Mehê de Ye


Serokwezîra Brîtanya Theresa May, îro Sêşemê piştî civîna bi wezîrên xwe re got ku ewê dengdana parlamanê ya ser peymana derketina ji Yekîtîya Ewrupa, di 15’ê Rêbendanê de bikin.

May ji endamên kabîneya xwe re got ku paşxistina dengdana Brexîtê ne sîyaseta hikûmetê ye. “Dibe ku karbidestên Yekîtîya Ewrupa bi rêka dirêjkirina Xala 50 hizira wê yekê kiribûn, lê ne karbidestên Brîtanî,” wê got.

Ofîsa serokwezîra Brîtanya jî ragihand ku bi şerta ku parlamanê erê bike, gotûbêja ser mijara dengdanê wê roja Çarşemê were pêş qanûndanêran.

Jibo ku Brexit pêk were, divê kabîne û parlamento rêjetinêa hikûmetê ya bi Yekîtîya Ewrupa re bipejirîne.

Di parlamentoya bi 650 kursî de, divê bi kêmî ve 320 parlamenter rêketinê erê bikin.

Ger kabîneya Xanim May peymanê red bike dê peyman rastexwe pûç be, lê ku peyman were pejirandin, Brîtanya dê banga hilcivînekê ligel Yekîtîya Ewrupa bike.

XS
SM
MD
LG