Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May Ser Taloqkirina Brexitê Nameyekê Dinivîse


Serokwezîra Brîtanya Theresa May, ser dirêjkirina dema ji veqetîna Yekîtîya Ewrupa (YE) dê ji Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk re nameyekê binivîse.

Berdevikê May dîyar kir ku dê name berî civîna May û rêberên YE, ku dê li Brukselê li dar keve, ji Tusk re were şandin.

Ser naveroka nameyê ti agahî nehat dayîn lê medya Brîtanya dide zanîn ku May dibe ku bo veqetîna ji YE (Brexit) 12 mehên din bixwaze.

May berî civîna bi rêberên YE’ê re hewil da ku Peymana Brexitê li parlamantoyê were pejirandin, lê parlamentoyê ew du caran red kir.

Li gor peymanê divê Brîtanya di 29’ê Adarê de bi awayekî fermî ji YE’ê derkeve.

Jiber ku parlamantoyê peyman nepejirandin, peyvajoya derketina ji YE’ê xetimîye.

XS
SM
MD
LG