Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May Dixwaze ku Brexit Were Taloq Kirin


Serokwezîra Brîtanya Theresa May bo peymana derketine ji Yekîtîya Ewrupa (YE), ku bi navê Brexit tê zanîn, taloqkirina bi qasî sê mehan xwest.

May ew daxwaza taloqkirinê bi nameyekê ji Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk re got.

Wê di axaftina parlamantoyê de dîyar kir ku di nameyê de gotiye ku ‘’Brîtanya bo xala 50’î heta 30’ê Hezîranê taloqkirinê dixwaze’’

Xala 50’î rê li ber endam YE’ê vedike ku bi awayekî fermî ji yekîtîyê veqetin.

Li gor Peymana Lîzbonê, ku di sala 2009an de hatiye îmza kirin, peyvajoya veqetîna ji YE’ê du salan didome.

Dema Brîtanya di 29’ê Adarê de bi dawî dibe.

XS
SM
MD
LG