Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May Hefteya Tê Danezana Partîya Xwe Eşkere Dike


Serokwezîra Brîtanya Theresa May îro Înê got ku partîya wê Partîya Konservatîf danezana hilbijartinên 8’ê Hazîranê wê di hefteya pêş de eşkere bike.

"Di hefteya were de, emê danezana xwe eşkere bikin û pênc astengên pêşîya me û çawanîya çareserkirina wan, emê bi firehî eşkere bikin," May di bernameyeke ser hilbijartinan de li bakurê rojhilata Îngîltere got.

Di anketên dawî de Partîya Konservatîf bi awayekî berbiçav li pêş Partîya Kar ya opozîsyona serekî ye û biragiştî çavêreya danezanê ye jiber ku reng e bibe polîtîkayên hikûmeta Brîtanî.

XS
SM
MD
LG