Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May ji Yekîtîya Ewrupa Xwest ku Brexitê Heta Dawîya Hezîranê Taloq Bike


Nameya Theresa May

Serokwezîra Brîtanya Theresa May ji Yekîtîya Ewrupa (YE) xwest ku veqetîna welatê wê ji YE’ê heta 30’ê Hezîranê taloq bike.

May ji Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk re bi nameyekê got ku ger Brexit li parlamantoya Brîtanya were pejirandin ewê berî destpêka hilbijartina Parlamantoya Ewrupa ji YE’ê derkevin.

Hilbijartina Parlamantoya Ewrupa dê di 23’ê Gulanê destpê bike.

Xanim da zanîn ku ger peyman li parlamantoya Brîtanya neyê pejirandin ew amade ne ku beşdarî hilbijartinên Parlamantoya Ewrupa bibin.

Li gor rewşa heyî, Brîtanya dê 12’ê Nîsanê de ji YE’ê derkeve.

XS
SM
MD
LG