Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Kobanî: Tiştê Amerîka Gotîye Erê Dikîn Lê Tiştê Tirkîye Dixwaze Nayê Pejirandin


Mazlum Abdî Fermandarê HSDê
Mazlum Abdî Fermandarê HSDê

Roja 9î Cotmehê hêzên leşkerê Tirkiyê û grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî ku Tirkiye piştevaniya wan dike, êrîş bire ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybet herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê.

Êrîşa Tirkî hat destpêkirin piştî ku serokê Amerîka Donlad Trump biryar dayî hêzên xwe ji Sûriyê veikişîne, biryar serok Trump weke pêxistina lempa kesk bo Tirkiyê ku dema êrîş bike ew bê teref bimînin hat nirxandin, herçend Amerîka gelek caran daxwaz ji Tirkiyê kirîye ku tiştekî weha neke ewê derencamên wê gelek xerab bin û êrîşa Tirkiyê dê bibe sedem ku rêxistina dewleta Îslamê DAIŞ bihêz bibe û cardî serhilde.

Rojanamevanê Dengê Amerîka Sîrwan Kajjo roja Duşemê hevpeyvînek taybet de ya bi zimanê Arabî li gel Mazlum Kobanî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê encam da.

Li dor pirsa ku ji jeneral Mazlum Abdî hatî kirin kanê "We rêkeftina heftîya bûrî ya Amerîka û Tirkiyê erê kirîye derbarê wê hûn çi dibêjin?

Mazlum Kobanî dibêje"Nexêr me ew rêkeftin erê nekirbû, tenê me ragirtina şer erê kirbû, tenê li herêma sinorî ya di navbera Girêspî û Serê Kaniyê de, li hember wê em hêzên xwe ji wan sinoran vekişînîn, lê derbarê rêkeftina ragihandî haya me jê nîne û kesekî raya me newergirtîye bi me re ne şêwirîne".

Fermandar Mazlum, heriwa dibêje, tenê me gotinên Amerîka bingeh girtin û ew rêkeftin erê kir ku agirbest dayîm be ne bo demek kin û tenê dê Tirkiyê li wê herêma destnîşankirî ya di navber Girêspî û Serê Kanîyê de bimîne, ne ku ew tiştê Tirkiyê dibêje ku dê li hemû herêmên sinorî belav bibe.

Li dor pirsa hûn hêjî bawerîya we bi Îdara Trump heye û hûn hêjî xwe weke hevpeymanên Amerîka dibînin?

Jeneral Mazlum Kobanî dibêje"Biryara Trump ya vekişandina hêzan ji ser sinor bo sedema ku Tirkiyê gelek herêman ji axa Sûriyê dagîr bike û heta rê xweşkir bo ji holê rakirina gelê Kurd, jiber wê yekê bawerî di navbera me de gelek..gelek lawaz bûye".

Kobanî dibêje, lê hevpeymaniya me li gel Washington ya di çarçova şerê li dij DAIŞê de berdewame, bi şêweke fermî ne me, ne hikûmeta Amerîka dawî li hevpeymaniyê ne anîye.

Temamîya hevpeyvîna bi Mazlum Abdî, fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê re di fayila deng de li jêr guhdar bikin.

Mazlum Abdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:04 0:00


XS
SM
MD
LG