Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump li Qesra Spî Pêşwazîyê li Erdogan Dike


Serokê Amerîka Donald Trump û xanima Yekê Melania Trump li Qesra Spî pêşwazî li şanda mêhvan û hevpîşeyê xwe Recep Tayyîp Erdogan serokomarê Tirkiyê û xanima Yekê ya Tirkiyê Emîne kir.

Tê çaverê kirin Trump û Erdogan civînan encam bidin, herwiha hatîye plan kirin ku li ser daxwaza Qesra Spî civînên cuda li gel endamên Civata Senatoran encam bidin.

Trump piştî bixêrhatina mêhavan bal kişand ser lihevhatina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê sinorên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de û got"rewşa sinor pir başe, agirbest baş dimeşe, em li gel Kurdan axivîn weha di xweyê ku ew gelek di kêfxweşin, wek dizanin me hêzên xwe ji ser sinor paşve kişandin."

Trump herwiha di Peyva bixêrhatinê de got, spasîya serok Erdogan dikîn ji bo karê ew dike, Tump got"Hezaran sale pirsgirêka sinorî di navbera wan welatan de heye, prosea sinorî di navbera vî welatî û welatên din de heye û em naxwazin destê xwe bixîn wêderê ku 7 hezar mîlan ji me dûrin".

Trump dîsan derbarê rewşa li Sûriyê û mana hin hêzan li wêderê got "niha me petrol heye emê wê bihêlîn û petrol hatîye ewle kirin, me hin hêz hêlane tenê jibo petrolê."

Trump got، li dawiyê dixwazim bêjim ku "Ez û serok ji mêj daye em hevalîn, hema bêje ji roja yekê em heval bûn, û herdu welat baş hevdû fam dikin û em fam dikîn ku li Tirkiyê jî gelek kes hatine kuştin, emê bo wê jî hin tiştan bikîn û rêyek ne tenê yek arasteyî ye.

Ji aliyê xwe de Erdogan axivî û spasîya serok Trump kir û got, rojeva me ya civînan heye ji ber wê yekê naxwazim dirêj bikim.

Trump dîsan bal kişand ser bazarê bazirganî yê di navbera herdu welatan de û got herdu welat berhemdarên başin ewê bazirganiyê buhayê nêzî 100 Mîlyar dolaran bikîn, ev dê bo Tirkiyê baş be û herweha dê bo me jî baş be, ku niha buhayê bazirganîya di navbera me de, di çarçova 20 Mîlyar dolaran de ye.

Tê şaverê kirin ku piştî encamdana civînan herdu serok derkevin pêşberî rojnamegerîyê û pres konferansekê pêk bînin.

XS
SM
MD
LG