Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum-Der: Di Serdema Qedexeyan de Herî Kêm 203 Kes li Cizîrê Hatine Kuştin


Avahîyeke hilweşîyayî li Cizîrê

Komela Piştigirîya Mazlûman (Mazlum-Der) li Tirkîyê, di raporta xwe ya nû de îro Pêncşemê ragihand ku di serdama qedexeyan de herî kêm 203 kes li bajarê Cizirê hatine kuştin.

Mazlum-Der dide zanîn ku ev hejmara qurbanîyan, bi tesbîtkirina hîn navên din, dikare heta 266’an bilind be.

Di raporê de tê gotin ku ji 130,000 nîfûsa giştî ya Cizirê, 100,000 kes neçar man ku cîh û warên xwe bihêlin û ji bajêr derkevin.

XS
SM
MD
LG