Senatorê Amerîkî John McCain sîyaseta derve ya rêvebirîya Trump rexne dike ku girîngî nade binpêkirinên mafên mirovan li seranser cîhanê.
McCain di nivîsara xwe ya New York Timesdedîyar kir ku berpirsîya Amerîka heye ku jibo mafên mirovan dengê xwe bilind bike, jiber ku Amerîka li ser bingeha "nêrîna ku azadî mafeke xwezayî ya mirovahî ye," hatiye damêzrandin.
Wî şîroveyên Wezîrê Derve Rex Tillerson rexne kirin ku gotibû gelek girîndana nirxan, li pêş sîyaseta derve ya Amerîkî wastengan derdixe.
"Bi wan gotinanan, Wezîr Tillerson mesajeke çewt dişîne gelên bindest yên li cîhanê ku li hêvîya Amerîka nemînin.”