Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McCain: Daxuyanîya Trump ya Vekişîna ji Sûrîyê Cesaret Da Esad


Senator John McCain, serokê Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Senatoran, rexne li Serokê Amerîka Donald Trump girt ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûrîyê ragihand.

McCain got ku ew daxuyanîya Trump cesaret da dîktatorê Sûrîyê ku li Dûma bi gaza kîmyayî êrîş bide ser sîvîlan.

“Trump îşaret da cîhanê ku Amerîka berî dema xwe ji Sûrîyê derkeve. Beşar Esad û piştgirên wî yên Rûsî û Îranî ji wê daxuyanîyê cesaret birin û li ser mirovên bêguneh ew êrîşa kîmyayî li Dûma pêk anî.”

McCain bi bîr xist ku Serok Trump sala borî bersîvdana êrîşa kîmyayî ya Esad dabû û divê ew vê carê jî bi heman awayî êrîş bike da ku Esad cezayê kiryarên xwe bide.

XS
SM
MD
LG