Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Komarî Nerazbûna Xwe Ser Êrîşên Tirkîyê yên Dijî Rojava Dîyar Dike


Kurdên Rojava êrîşên Tirkîyê protesto dikin
Kurdên Rojava êrîşên Tirkîyê protesto dikin

Serokê Komîteya Hêzên Çekdarî ya Senatoya Amerîka, Senator John McCain bi daxuyanyeke nivîskî li ser êrîşên hikûmeta Tirkîyê yên ser Kurdên Sûrîyê weşand.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku tevî peywendîyên dûr û dirêj bi Tirkîyê re, çend bûyerên dawî guman anîye ser bingehên peywendîyên dualî.

“…Êrîşên berdewam yên hikûmeta Tirkîyê li ser Kurdên Sûrîyê sedema bêîstiqrarî ye û kêşebar e. Ew şervanên Kurd vîyana xwe nîşan da ku ew dikarin li Sûrîyê, bi karîgerî dijî DAIŞ'ê şer bikin. Hevkarîya me ya berdewam bi wan re, hem di berjewendîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ye, hem jî Tirkîyê jî nav de, di feydeya welatên herêmî da ye. Ez bang li hikûmeta Tirkîyê dikim ku domandina êrîşên hember grubên Kurd li Sûrîyê dûr bisekine.”

McCain li ser hesaba xwe ya Twitterê jî nerazîbûna xwe ser êrîşên Tirkîyê wiha dîyar kir:

XS
SM
MD
LG