Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McCarthy Bo Serokayetîya Partîyê Komarî Piştgirîya Stefanik Dike, Ne Rexnegirê Trump Cheney


Serokê Komarîyên li Civata Nûneran Kevin McCarthy
Serokê Komarîyên li Civata Nûneran Kevin McCarthy

Serokê Komarîyên li Civata Nûneran Kevin McCarthy ya li Kongresa Amerîka îro Yekşemê nîşan da ku ewê dengê xwe bo daxistina Liz Cheney ji seroktîya Partîya Komarî, yê ku rexnegirê Trump e, bide.

Kevin McCarthy destnîşan kir ku ewê li şûna Cheney, piştevanîya endama Civata Nûneran Elise Stefanik bike.

McCarthy got Cheney nikaribûye hemberî Demokratan enîyeke yekgirtî nîşan bide.

Ev, nîşana herî paşîn e ku dibe ku dê di dengdana roja Çarşemê de, wê Cheney ji seroktîya Konferansa Komarî ya Civata Nûneran, were daxistin.

Cheney gelek caran gotara Serokê berê Donald Trump ya ku digot hilbijartina 2020'an jê hatiye dizîn, rexne kir.

McCarthy îro Yekşmê di derbarê mijarê de ji televîzyona Fox re axifî û got ku hewce ye ew bibin yek û ew ji seroktîyê dest pê dike.

Wî got:

"Em dixwazin bi rengekî yekgirtî pêşve biçin, û li gor nêrîna min, ya ku dê pêk were ev e."

Wî li ser pirsa heke ew jibo seroktîyê şûna Cheney piştgrîya Stefanik dike got ku "Belê, ez dikim."

Elise Stefanik ya 36 salî, nûnertîya eyaleta New York dike ku helwesta wê ya di partîya Komarî de xurtir bû, piştî ku wê di pêyvajoya darizandina Trump ya li Kongresê de ya berîya împîçkirina 2019an de, bi rengekî gelekî xurt berevanîya Trump kir.

Hevdem, ew ji hêla endamê Civata Nûneran yê jimarê dudyan yên Komarîyan û Trump bixwe, tê piştvanî kirin.

Pêşeroja Cheney wek rêbereke Komarî, tê çaverê kirin ku roja Çarşemê di dengdanek veşartî de, ji alîyê Meclisa Komarî ya Civatan Nûneran ya bi 212 endamî ve, were biryar dayîn.

Trump îdîa dike ku wî hilbijartina 2020an ya hemberî Joe Biden bi sedema sextekarîya hilbijartinê ya berfireh, winda kiriye ku ev îdîa ji hêla gelek dadgeh û karbidestên hilbijartinê yên asta eyalet û federal ve hate red kirin.

Îdîaya Trump çewt ya partîya Komarî parçe kiriye.

Gelek parlamenterên partiyê bawer dikin ku ew bêyî piştgirîya Trump nikarin di 2022'an de careke din kontrola Civata Nûneran û Civata Senatoran bi dest bixin, her çend Partîya Komarî di seroktîya Trump de Civata Nûneran, Senatoran û Qesra Spî winda kir.

Cheney, 54, keça Cigirê Serokê berê Dick Cheney e, hêrsa gelek Komarîyan kişandiye jiber ku wê bang li wan dike ku derewên Trump red bikin û bibin "partîya rastiyê".

XS
SM
MD
LG