Lînkên eksesibilîtî

McGurk Û Şanda Hevpeymanan Seredana Rojava, Bakurê Sûriyî Dikin


Serdana McGurk Û Şanda Hevpeymaniyan bo Rojvava Bakurê Sûriyê

Nûçegihanê Dengê Amerîka li Kobanê da zanîn ku, îro Çarşemê şanda hevpeymanan bi serokatîya nûnerê taybet yê serokê Amerîka di hevpeymanîya navnetewî de ya şerê li dij DAIŞê Brett McGurk û hejmarek fermandarên hevpeymaniya navnetewî bi seredanekê gihane Rojava, bakurê Sûriyê, li bajarokê Eyîn Îsa ligel Civata Sivîl ya bajarê Reqa civîn encam dan.

Armanca sereke ya seredana şandê civîn û lihev guherîna nêrînan bû, derbarê rewşa bajarê Reqa, piştî bi temamî ji DAIŞ'ê tê rizgarkirin, herweha şopandina rewşa koçber û penaberan li herêmê.

Seredana McGurk Û Şanda Hevpeymanan bo Rojava, Bakurê Sûriyê
Seredana McGurk Û Şanda Hevpeymanan bo Rojava, Bakurê Sûriyê

Çavkanî radigehînin ku, şandê çend civîn encam dane, piştî civînên bi Civata Sivîl ya bajarê Reqa re, şand ligel hind berpirsên Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê re jî civîyaye, weke nûçegihanê pişka Kurdî yê dengê Amerîka ji çavkaniyên nêzîkî civînê dibêje, şandê HSD'e ji gefên êrîşkirina Tirkiyê rihet kirine û gotîye, ewê derbarê van pirsgirêkan li gel Tirkiyê bi axivin û qebûl nakin ku, Tirkiye êrişî herêmê bike.

Serdana McGurk Û Şanda Hevpeymanan bo Rojvava, Bakurê Sûriyê
Serdana McGurk Û Şanda Hevpeymanan bo Rojvava, Bakurê Sûriyê

Heta amadekirina vê raportê şand li herêmê bû, lêgerîn û civînên derbarê rewşa herêmê encam didan.

Omer Aloş endamê Civata Sivîl ya bajarê Reqa çûna şanda Amerîkî û hevpeymanan bo herêma nêzîk bajarê Req piştrast kir û got berî hatina vê şandê, Brett McGurk du caran li gel Civata Sivîl ya Reqa civîn pêk anîne, bê ku bê ragihandin.

Ajansa Hawar News ya Nêzîkî Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê di malpera xwe ya fermî de hejmareka wêne û tevî tomara Vidioyê dane weşandin.

XS
SM
MD
LG