Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heftiyek Ser Operasyona Musil re Derbas Dibe Û McGurk Peyamekê Diweşîne


Brett McGurk nûnerê taybet yê serokê Amerîka di hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞê de, roja Dûşemê piştî derbasbûna heftiyê bi ser destpêkirina operasyiona hêzn Îraqê û hevpeymaniya navnetewî de derbasbûyî peyamek weşand.

McGurk peyman xwe bi sernavê Musil û kampêna hêzên navnetewî ya jinavbirina DAIŞ ê di malpera fermî ya hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞ ê de weşand, di peymaê de McGurk da xuyakirin ku, piştî du sal hewildan, hêzên navnetewî, heftiya borî gihane wê bawerê ku operasiyona leşkerî ya rizgarkirina bajarê Musil ji çekdarên DAIŞ bihê destpêkirin.

Operasyona rizgarkirina Musil bi beşdariya dehan hezar ji hêzên leşkerê Îraqê û hêzên Pêşmergên Kurd û polîsên navxwe û yekîneyên xwebexşên Musilê û herêmê, pêkhat.

Ev operasyon li gur planeka darêtî ya ku, ji aliyê serok wezîrên Îraqê Haider al-Ebadî û serokê herêma Kurdistana Îraqê Masoud Barzanî hatî erêkirin destpê bû.

McGurk da zanîn ku, Amerîka gelek ji wan hêzên beşdar di operasyonê de rahênan kirine, herweha di warê şêwirmendî, êrîşên esmanî û di warê Îstîxbaratî de ewê piştevaniya operesiyona rizgarkirina Musil û jinavbirina DAIŞ ê berdewam bikin.

Di beşekî din yê peyama xwe de, Brett McGurk balkişand ser alîkariyên leşkerî û yên di warê mirovatî yên jibo penaber û koçberan li wê herêmê pêşkeş kirine û got ku, bi Milyaran pere jibo alîkariyên mirovanî hatine mezaxtin û bang li welatên endam di hevpeymaniya li dij DAIŞê kir û got" ew hêvîdarin welatên beşdar di hevpeymaniyê de, destê xwe fireh bikin û merdane alîkariya bi berdewamî pêşkeş bikin, McGurk bi taybetî sopasiya xwe arastey UNDP, Elmaniya û Îmaratên Erebî yên Yekgirtî (IAY) kir.

MCGurk da xuyakirin ku, ew herêmên ji DAIŞê hatîne rizgarkirin xelkê wan herêman car din vedigerin ser cih û warên xwe, bajarên weke Tikrît 95% xelkê wê vegeriyane, herweha Remadî, Feluce û herêmên din xelkê wê binecî dibin û vedigerin ser malên xwe.

XS
SM
MD
LG