Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Plana Me ya Qedexekirina Medyaya Civakî Tune ye


social media ban turkey
Qanûndanerên Tirk, wek bersîvdana raportên medyayî dibêjin, ti hazirîya hikûmetê tune ye ku malperên tora civakî qedexe bike.

Rojnameya Today's Zaman ragihandibû ku karbidestên Tirk pêşnîyara sînorkirina malperên tora civakî kiribûn, piştî ku axaftinên kîndar û neyarane û fotoyên sextet di dema xwepêşandanên Gezî Parkde hatibûn belav kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bekîr Bozdag îro Pêncşemê got, pîvanên nû dê rê li ber karînêran bigire ku hesabên derewîn vekin. Wî dîyar kir ku qedexekirina malperên wî rengî ne di rojeva wan de ye.

Berdevkê Partîya Dad û Pêşverbirinê (AKP) Huseyîn Çelik ji do Çarşemê gotibû ku qanûna nû wê karanîna malperên tora civakî rêkûpêk bike, mîna li welatên pêşketî yên cîhanê.
XS
SM
MD
LG